NISEBIN*~~*KURDISTAN
NISEBINii
Joined: April 17, 2008
Last Sign In: 3 days ago
Videos Watched: 3,385
Subscribers: 14
Channel Views: 1,498
NISEBIN-KURDISTAN
Name: NISEBINI
☆┌─┐ ─┐☆
 │▒│ /▒/
 │▒│/▒/
 │▒ /▒/─┬─┐
 │▒│▒|▒│▒│
┌┴─┴─┐-┘─┘
│▒┌──┘▒▒▒│
└┐▒▒▒▒▒▒┌┘
 └┐▒▒▒▒┌┘
City: NISEBIN*~~~*KURDISTAN
Hometown: JI NISEBINA RENGIN*~KURDISTAN~*

Music: Kîme ez? Kurdê Kurdistan Tev şoreş û volqan Tev dînamêt im Agir û pet im Sor im wek etûn Agir giha qepsûn Gava biteqim Dinya dihejî Ev pêt û agir Dijmin dikujî Kîme ez? Ez im rojhilat Tev birc û ketat Tev bajar û gund Tev zmar û lat Ji destê dijmin: Dijminê xwînxwar Xurt û koledar Ji rom, ji fireng Di rojên pir teng Bi kuştin û ceng Parast, parast Parast min ev rojhilat Kîme ez? Rojhilatê nêzik Rojhilatê navî Ev bajar û gund Ev bej û avî Ket bin destê min Pî da ser dijmin Min bi ceng û şer Zanîn û hiner Pişta wî şikand Serî lê gerand Ez bûm padîşah Xurt û serbilînd Ketm destê min ta sînorê Hind Kîme ez? Kîme ez? Kurdê serf iraz Dijminê dijmin Dostê haştîxwaz Ez xweş mirov im Ne hirç û hov im Lê çibkim bê şer Dijmm naçî der Bav û kalê mm Dijîn tev serbest Naxwazim. bijîm Te ebed bindest Kîme ez? Divê ez derxim Dijminê xwînxar Şahê efyûnkêş Jontirkê dijwar Serbest bijîm ez Wek hevçaxê xwe Dilxweş bîxum ez Rez û baxê xwe Çekan hilgirim derkevim meydan Rêçek nû çêkim ji boyî însan Kîme ez? Ez im ê şikand leşkerê Rêşar Min bi xwîna xwe parastî ev war Di sînga dijmin ez bûme kelem Xwe dan ber siya min Turk û Ecem Li ser serê min Sinbil û kulah Serê hespê min Digirt Padîşah Ez im ew gernas Ew Selahidîn Bipirs ji dimyat Bipirs ji Hetîn Kîme ez? Ez im Erdeşîr Ew Noşîrewan Kesrayê mezin Bi tac û eywan Dostê kevnare Ko bûne dijmin Ser ditewandin Ber agirê min Ez im ew qelaş xurt û pehlewan Xerac min distan ji Hind û Yewnan Kîme ez? Ez im gernas ez im ev mêrxas Belê ez im Kurd Yro ez mame Bindest û zigurd Ew tac û eywan Tev çûn û rizîn Dijmin nav û deng Tev ji min dizîn Xistin laşê min mîkrobên teres Ta bûm perîşan bê nav û nekes Kîme ez? Ez im ew kurdê serhişk û hesin Yro jî dijmin ji min ditirsin Bîna barûdê Kete pozê min Dixwazim hawîr Biteqim ji bin Dîsa wek mêra Bikevin çîya Naxwazim bimrim Dixwazim bigrim Kurdistana xwe Axa mîdîya Kîme ez? Kawey hesinker bav û kalê min Perçiqand serê Zehakê dijmin Ji gerdana kurd Wî şikand zencîr Serê me parast Ji birîn û şûr Roja hat kuştin xwînmijê dilsoz Goya dibêjin: - Ew roj e nûroz Zivistan diçî Ew rojên ne xweş Parêz dibî kurd Ji dêwê zergeş Wesan dibêjî Zerdeştê rêzan Ehreman dişkê Hirmiz tê meydan Kîme ez? Ez im ê çêkir ev cejn û nûroz Divê bistênim Wilo nemênim Bigrim tol û doz Fermandar bim ez Li ser Kurdistan Bo min bimênin Ev bax û bustan Ev şax û ev deşt Rez û şînahî Bigrim destê xwe Dil xoş û şahî Zana û xwenda Dezgevanên xurt Vî warî bigrin Bikin ronahî Kîme ez? . Ez im Kardox, Xaldêwê kevnar Ez im ew Mîtan, Nayrî û Sobar Ez im ew Lolo Kardok - û Kudî Ez im Mad û Goş Horî û Gudî Ez im Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor Ez im, ez Kurd im, lî jêr û jor Çend hezar sal in Kurdistana min Perçe perçe ma Bindestê dijmin Kîme ez? Iro ji Lor û Kelhor û Kurmanc Ji dest xwe berdan ew text û ew tac Bûne Olperest Bi tizbî û xişt Ta dijmin şikand Li me ser û pişt Me dan bin lingan dewlet û hebûn Bûn dijminê hev perçe, perçe bûn Ta ko Kurdistan Ta ko Kurdistan Jar û perîşan Kete bin destan Kîme ez? Ez im ev milet ez im ejdeha Ji xewa dîlî şîyar bûm niha Dixwazim wek mêr Dixwazim wek şêr Serê xve hildim Çi ser bilind im Bi cîhan carek Ez bidim zanîn Rêçika Markîs Rêçika Lenîn Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem Kurê Salar û Şêrgoh û Deysem Bejin bilind im Wek Dêw bilind im Ez dest dirêj im Serbest dibêjim Dixwazım bi lez Gavan bavêjim Kîme ez? Ne xwînxwar im ez haştî xwaz im ez Serdarê me ye gernas û nebez Em şer naxvvazin Divên wekhevî Em paşve naçin Dijmin direvî Ji bo mirovan em tev dost û yar Bijî Kurdistan bimrî koledar Kîme ez?
Books: Mela banga sibê didî Dibê: ji xew rabin bese Ev bû hezar sal kolene Ta key di xewde bin, bese: Li ser we tim zor û setem Pingav û gol û ça û çem Bahoz û serme û seqem Ma win şiyar nabin, bese: Malê me her bixwî neyar Tim bêne me qamçî û dar Bindest û birçî û hejar Parsek jî wa nabin, bese: Bindestê dijmin pir nexwe? Li ser çiyan em bûn kele? Qirdê me kor, bextê me re? Ma hê jî ranabin, bese: Welat xweşe tev xêr û bêr Petrol û hasin, zîv û zêr Bindestê dijmin tim li jêr Ta kengî kolebin, bese: Hetta nebin xwenda û jîr Bê rêber û bê destegîr Bê dewlet û rist û wezîr Bindestê tirka bin, bese: Dijmin Relek zana û xurt Xwînxwar û devlok, har û sirt Ta key bi xap û fort û zirt Li ser me axa bin, bese: Tev yên mene ev bax û dar Deşt û çiya, lat û zinar Em derketîne, bendewar Lê ew di baxa bin, bese : Ev xan û eywan û sera Dijmin bixun mal û pera Xweş têde rûnin, lê çira Em tim li çola bin, bese: Em tim ji derve dûrîdest Birçî û tazî, jar û mest Tim têne kuştin dest bi dest Bin boks û dara bin, bese: Dijmin ketin xanên bilind Girtin ji ber me şar û gund Lê em bikûrin rengê kund Yan rengê zaxa bin, bese: Daxwaz çiye ji serxebûn Da em bixun mal û hebûn Pê xweş bikin derdê derûn Lê xurt û zana bin, bese: Li ser çiyan nal û girîn Guhdêre qîr û deng û şîn Dîsa ciger tev bûye xwîn Bin berf û serma bin, bese:
Report profile image violation
Connect with NISEBINii
Added: 7 months ago
Views: 21,975
5.0
05:18
Added: 7 months ago
Views: 12,253
5.0
04:29
Added: 7 months ago
Views: 8,501
5.0
03:40
Added: 7 months ago
Views: 7,037
5.0
04:09
Added: 5 months ago
Views: 8,049
4.5
02:47
Added: 6 months ago
Views: 4,068
4.5
03:49
Added: 7 months ago
Views: 6,896
5.0
06:09
Added: 3 months ago
Views: 3,279
5.0
04:44
Added: 7 months ago
Views: 5,973
5.0
03:12
Added: 5 months ago
Views: 9,150
4.5
04:56
Added: 6 months ago
Views: 7,625
4.0
02:36
Added: 11 months ago
Views: 156,494
4.5
01:32
Added: 5 months ago
Views: 60
5.0
04:44
Added: 11 months ago
Views: 12,911
5.0
08:24
Report background graphic.